Di êrişa li Rûsyayê de jinek hat kuştin

Di êrişa dronan a li bajarê Lipetskê yê li rojavayê Rûsyayê de jinek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

 Di êrişa li Rûsyayê de jinek hat kuştin
14 nîsan, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku desthilata xwecih a Rûsyayê dane, di êrişa bi dronan a li bajarê Yeletsê yê herêma Lipetsk a rojavayê Rûsyayê de, jinek hat kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Waliyê herêmê Igor Artamonov agahî li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir û diyar kir ku êriş li dijî herêmeke niştecihan hatiye kirin, di encamê de jinek di mala xwe de hatiye kuştin û çend sivîl birîndar bûne.

Hêzên Hewayî yên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê bi dehan dron avêtine. Di heman demê de Moskovê piştrast kir ku wê balafirên Ukraynayê xistine xwarê.

(bb)