Di êrişa li Qamişloyê de 2 kes birîndar bûn

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li derdora daîreya avê ya bajarê Qamişloyê de 2 kes birîndar bûn.

Di êrişa li Qamişloyê de 2 kes birîndar bûn
31 kanûn, 2023   12:02
QAMIŞLO

Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk  a dagirker derdora daîreya avê ya li aliyê rojhilatê bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk  a dagirker ji 23’yê Kanûnê ve êrişên xwe yên hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kiriye, di encamê de 10 kes şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA