Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êriş

Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li navçeya Til Koçerê ya kantona Cizîrê êriş pêk hat. Koalîsyonê li derdora baregehê du dron xistin xwarê.

Li dijî baregeha Koalîsyona Navneteweyî êriş
31 kanûn, 2023   11:48
QAMIŞLO

Bi dronan êriş li derdora baregeha Xerab El Cîr a Koalîsyona Navneteweyî ya li navçeya Til Koçerê ya kantona Cizîrê hate kirin. Êriş vê sibehê pêk hat, lê nehat zanîn êriş ji aliyê kî ve hatiye kirin.

Pergala Parastina Hewayî ya Hêzên Koalîsyonê Navneteweyî ya li baregehê du dron (Yek li gundê Bûz û ya din li gundê Taş) xistin xwarê.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve (7’ê Cotemeha 2023) hema rojane baregehên koalîsyona navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên bombebarankirin.

(bb)

ANHA