Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin

Çavkaniyên ragihandinê yên Lubnanê diyar kir ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî erebeyekê li bajarokê Şehabiyê yê başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin.

Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin
8 hezîran, 2025   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ragihandinê yên Lubnanê, îro di encama êrişa Îsraîlê li dijî erebeyekê li bajarokê Şehbaiyê yê başûrê Lubnanê de kesek hat kuştin.

Li gorî Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê, di êrişê de gelek kes jî birîdnar bûn.

Hemwextî wê li asîmanê başûr û Bîqa yên Lubnanê tevgereke zêde ya balafirên Îsraîlê hebû.

Girêdayî mijarê, artêşa Lubnanê ragihand ku balafireke bêmirov a artêşa Îsraîlê li bajarokê El Dihêra dîtiye û teslîmî yekîneya taybet a artêşê kiriye.

Di vê hefteyê de li Dahiya başûrê Beyrûtê êrişên dijwar pêk hatin. Li gorî artêşa Îsraîlê, di van êrişan de depoyên çekan û balafirên bêmirov ên Hizbullah hedef girtine.

(fr)