Di êrişa Îsraîlê de 4 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser bajarokê Mîfdon ê li başûrê Lubnanê de 4 kes hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 4 kes hatin kuştin
6 tebax 2024   13:31
NAVNDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Mîfdon ê li başûrê Lubnanê de, 4 kes hatine kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa National News a Lubnanê (NNA), artêşa Îsraîlê li taxa Nadî ya li gundê Mîfdon malek û bajarokên Xeyam û Eyta yên başûrê Lubnanê bombebaran kiribûn.

(bb)