Di êrişa hewayî ya li Idlibê de kesek hate kuştin

Di êrişeke hewayî de ku li nêzî bajarê Sarmada yê Sûriyeyê yê li ser sînorê Tirkiyeyê pêk hat, kesek hate kuştin û kesek jî birîndar bû.

Di êrişa hewayî ya li Idlibê de kesek hate kuştin
15 ÇILE, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku di êrişeke hewayî ya li ser rêya Muxeyem El Qela yê bajarê Sermeda yê li gundewarên Idlibê de, kesek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Heta niha, tu daxuyeniyeke fermî der barê vê êrişê de nehatine dayîn, lê li gorî şahidan dibe ku ew operasyoneke Koalîsyona Navneteweyî be.