Di encama teqînên li Qamişloyê de welatiyek şehîd bû

Ji ber parçeyên teqîna li aliyê başûrê bajarê Qamişloyê çêbûye de welatiyek şehîd û yek jî birîndar bû.

Di encama teqînên li Qamişloyê de welatiyek şehîd bû
10 kanûn, 2024   00:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li aliyê başûrê Qamişloyê bi taybet li Foca Terteb, Foca Zenod û herêmên derdora wê teqînên xurt çêbûn.

Her wiha piştre artêşa Îsraîlê aşkera kir ku balafirên wê yên şer depoyên çekan ên rejîma Beşar Esed li gelek herêmên Sûriyeyê di nav de Qamişlo jî hedef girtin.

Ji ber teqînên parçeyên wê belav bûn û gihaştin hin malên welatiyan ên li taxa Curnik û Qenat Siwês ên Qamişloyê. Di encamê de welatiyek şehîd bû û welatiyê bi navê Hesen Ferîd Ehmed (25) ê ji Efrîna dagirkirî ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirk koçber bûye, birîndar bû.

(fr)