Rêveberiya Xweser: Êrişên Tirkiyeyê ewlehî û îstîqrarê têk dibin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li hemû aliyên navneteweyî û hiqûqî û hêzên bibandor ên li Sûriyeyê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestînin û hesabê ji berpirsan bixwazin.

Rêveberiya Xweser: Êrişên Tirkiyeyê ewlehî û îstîqrarê têk dibin
10 kanûn, 2024   00:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji rewşa tevliheviyê ya li Sûriyeyê sûd werdigire ku siyasetên xwe bide meşandin.

Di daxuyaniyê de komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker a li gundewarê Eyn Îsayê ku di encamê de 12 welatî şehîd bûn û piraniya wan jin û zarok bûn û komkujiya li gundewarê Kobanê ya ku di encamê de 2 zarok şehîd bûn, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sûcên wiha metirsiyê didin jiyana sivîlan û zehmetiyan zêde dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li aliyên navneteweyî û hiqûqû û hêzên bibandor hat kirin ku van sûcan rawestînin, hesabê ji sûcdaran bixwazin û destekê bidin xebatên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna aramî û ewlehiyê.

(mh/fr)