Kanala Tirkî piştgiriya Tirkiyeyê ji çeteyên DAIŞˋê re aşkera kir

Kanaleke Tirkiyeyê dema ku zindî diweşand dîmenên çeteyên DAIŞˋê ku bendeke kontrolê li bajarê Minbicê danîbûn, aşkera kir.

Kanala Tirkî piştgiriya Tirkiyeyê ji çeteyên DAIŞˋê re aşkera kir
10 kanûn, 2024   00:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji çend rojan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dijwar li dijî bajarê Minbicê û gundewarên wê pêk tînin. Ev êriş bi piştigiriya asîmanî û bejahî ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve pêk tên.

Dema ku kaneleke Tirk weşana zindî vekiribû, di dîmenan de diyar dibe ku çeteyan li kolaneke derdora Minbicê benda kontrolê danîne. Li ser milê çeteyekî al û sembola çeteyên DAIŞˋê diyar dibe.

Kanalê bi zimanê tirkî di taytilê de nivîsîbû ku komeke kanala Habar Turk ji sînorê Minbicê ve dişopîne ku Artêşa Nîştimanî ya Sûrî êrişên xwe dewam dikin.

Ev dîmen aşkera dikin ku dewleta Tirk di piştgiriya çeteyên DAIŞˋê de dewam dike û ji nû ve li ser xaka Sûriyeyê destekê dide wan.

(fr)