Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Eseed El Şeybanî hevdîtin pêk anîn

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Şamê bi wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz Eseed El Şeybanî re hevdîtin pêk anî.

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Eseed El Şeybanî hevdîtin pêk anîn
24 tebax, 2026   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bi armanca hevdîtinan bi rayedarên hikumeta veguhêz re îro çûn Şamê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet dane ajansa me (ANHA) Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi wezîrê karên derve ya hikumeta veguhêz Eseed El Şeybanî re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriyeyê, temamkirina dosyayên girêdayî peymana 29‘ê Çileyê.

Piştî hevdîtin bi dawî bû, her sê gerekê li Şamê pêk tînin.

(bb)