Di bombebarana li Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Di bombebarana artêşa Îsraîlê ya li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê de 3 kes hatin kuştin. Ji 7`ê Cotmeha 2023`yan ve hejmara kuştiyan gihaştiye zêdetirî 72 hezarî.

Di bombebarana li Xezayê de 3 kes hatin kuştin
30 adar, 2026   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê ya îro de 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA), çavkaniyên tenduristiyê ragihand ku di êrişeke hewayî ya Îsraîlê ya li dijî komeke sivîlan a li nêzî Mizgefta El Şafîî ya li taxa Zeytûnê de, herî kêm 3 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne ku rewşa hinekan giran e.

Li aliyekî din çavkaniyên li Xezayê da zanîn ku ji destpêka operasyonên leşkerî yên ji 7`ê Cotmeha 2023`an ve, hejmara kuştiyan gihaştiye 72 hezarî û 172 hezar kes jî birîndar bûne.