Yekîtiya Parêzeran li Cizîrê: Zagon divê wekhev li ser her kesî were pêkanîn

Yekîtiya Parêzeran li Cizîrê kuştina şervan Sîpan Hiznî şermezar kir û bang li Wezaretên Parastin û Karên Hundir ên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku berpirsiyariyên xwe der barê kuştinê û şewata girtîgeha Kobanê de pêk bîne.

Yekîtiya Parêzeran li Cizîrê: Zagon divê wekhev li ser her kesî were pêkanîn
13 îlon, 2026   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Parêzeran li Cizîrê îro derbarê kuştina şervan Sîpan Hiznî û şewata girtîgeha Kobanê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniyê "revandin û kuştina şehîd Samî Şêxmûs Hezsû" şermezar kir û daxwaz kir ku rayedarên dadwerî û ewlehiyê yên pêwendîdar lêpirsînek cidî, berfireh û bilez vekin da ku şert û mercên sûc eşkere bikin, hemû kesên têkildar û hevkarên bûyerê nas bikin û wan li gorî qanûnên darizînin.

Parêzeran dan zanîn ku parastia aştiy sivîl berpirsyariyeke hevbeş e û zagon divê wekhev li ser her kesî were pêkanîn.

Yekîtiya Parêzeran a Cizîrê her wiha daxwaza lêpirsîneke serbixwe, zelal û berfireh li ser şert û mercên şewata li girtîgeha Kobanê kir, da ku sedemên wê yên rastîn û şert û mercên derdora wê werin destnîşankirin, berpirsiyariyên qanûnî û îdarî yên ji vê yekê derketine holê werin destnîşankirin û were cezakirin.

Her wiha daxwaz kir ku encamên lêpirsînê ji bo misogerkirina zelaliyê û parastina mafên qurbaniyan û malbatên wan werin eşkerekirin.

Yekîtiya Parêzeran di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku parastina aştiya sivîl berpirsiyariyeke giştî  ye û rêzgirtina ji bo qanûnê û serdestiya wê garantiya bingehîn a parastina hemû gelên herêmê ye.

(k)

ANHA