’Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeya hevgirtî modelek’

Rûspiyekî Ereb, hiqûqnasek û siyasetmedarek diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser dikare bibe bingeha avakirina Sûriyeya siberojê û di sazkirina destûra nû ya welat dikarin sûdê ji hevpeymana wê ya civakî bê girtin.

’Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeya hevgirtî modelek’
16 sibat, 2025   09:54
TEBQA

Rûspiyekî eşîrên ereb, hiqûqnasek û siyasetmendarek der barê pirrengiya siyasî û çandî ya li Sûriyeyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Çerkez û Turkmen de û ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ajansa me re axivîn.

Rûspiyê eşîra El Bû Hesen li Tebqayê, Şêx Îsa El Şahîn bal kişand ser jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û bang ji wan kir ku ha ji hewldanên derxistina fitneyan hebin.

Şêx Îsa El Şahîn got: "Dixwazim nameyekê ji tevahî sûriyeyan bi hemû eşîr, bawerî, ol, netewe û meylên wan ên siyasî dikim ku bibin yek. Em hemû Ereb, Kurd, Çerkez û pêkhateyên din ên gelê Sûriyeyî ne."

Şêx Îsa El Şahîn di dewama axaftina xwe de îşaret bi ezmûna Rêveberiya Xweser jî kir û ev tişt anî ser ziman "Em li herêmên Rêveberiya Xweser modeleke rasteqîn a xwişk û biratiya gelan dijîn. Em bang li tevahî sûriyeyên li Şam, Heleb û deverên din dikin ku sûdê ji vê ezmûnê werbigirin û li dijî planên cudexwazî û fitneyan li kêleka me bisekinin."

Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Tebqayê hiqûqnas Ehmed Şaban jî qala destkeftiyên ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine û diyar kir ku ev destkeftî  ji bo tevahî sûriyeyan e û divê werin parastin.

Ehmed Şaban bal kişand ser peymana civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û bi bîr xist ku peyman mafên tevahî pêkhateyan mîsoger dike û aştiya navxweyî diparêze, lew ra dikare bibe bingeha destûra nû ya Sûriyeyê.

Rêveberê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Yasir El Kurdî jî diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrûbeya yekemîn e ku tevahî nêrînên siyasî qebûl dike û ev nirxandin kir  "Di 50 salên serdestiya Partiya Baas’ê de, tenê yek partî Sûriyê bi rêve dibir. Baas û siyasetên wê sedema aloziyên Sûriyeyê ne. Lê siyasetên wê di 8’ê Kanûna 2024’an dawiya wê anî."

Yasir El Kurdî bang li tevahî sûriyeyan kir ku sûdê jî tecrûbeya partiyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werbigirin ku "pirrengiya siyasî wekî bingeha avakirina Sûriyeya nû ya yekkbûyî pêş dixe."

Yasir El Kurdî anî ziman ku pirrengî bingeha avakirina Sûriyeke hevgirtî û giştî ye. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modela hevbeşiya siyasî û civakî ye ku rê li ber Sûriyeke yekbûyî ya ji bo tevahî pêkhateyên wê vedike.

(bb)

ANHA