Aoun: Pêdiviya Beyrûtê bi desteka Amerîkayê heye

Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun anî ziman ku welatê wî dixwaze pirsgirêka Lubnanê di çarçoveya pêşîniyên Washingtonê de bihêle û got, divê tevahiya axa Lubnanê bê vegerandin û çek di destê dewletê û saziyên wê yên rewa de bimînin.

Aoun: Pêdiviya Beyrûtê bi desteka Amerîkayê heye
10 tîrmeh, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun diyar ku pêdiviya Beyrûtê bi desteka Amerîkayê heye da ku tevahiya xaka xwe vegerîne û got: "DYA‘yê aliyê yekane ye ku dikare zextê li Îsraîlê bike da ku êrişên xwe rawestîne û pêşî li berfirehbûna deverên dagirkirî yên başûrê Lubnanê bigire. "

Aoun destnîşan kir ku ji serdestiya Lubnanê nayê xwarin û got, dewlet hewl dide serdestiya artêşê û saziyên rewa li tevahiya xaka Lubnanê bisepîne, ev jî mafekî rewa yê serdestiyê ye.

Aoun bal kişand ser dan û standinên nerasterast ên bi Îsraîlê re jî û destnîşan kir ku Lubnan neçar ma ku vê rêyê bişopîne da ku dema dagirkirinê kurt bike û vegera ewle ya koçber ewle bike.

Serokkomarê Lubnanê anî ziman ku biryarên Lubnanî divê ji hêla saziyên fermî ve bêyî destwerdana ti aliyekî din werin dayîn.

 Aoun îhtîmala hevdîtinek bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re red kir û got, dewlet bi tena serê xwe xwediyê desthilata dayîna biryaran e û parastina aştiya navxweyî û rola artêşê xetên sor in ku bi Serokê Parlamentoyê Nebih Berî re li ser wan li hev kirine.

(bb)