Şertên Îranê yên bidawîkirina şer diyar bûn

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Îranê ji bo bidawîkirina şer 6 şert diyar kirine ku li daxwazên DYA'yê nayên.

Şertên Îranê yên bidawîkirina şer diyar bûn
25 adar, 2026   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televîzyona Channel 12 a li Îsraîlê weşanê dike, rêveberiya Tehranê ji bo bidawîkirina şer 6 şertên bingehîn danîne.

Ev şert jî bi vî rengî ne: Kontrola li ser Tengava Hurmuzê û wergirtina bacê ji bo derbasbûnê, garantî bê dayîn ku ji nû ve şer dest pê neke, êrişên Îsraîlê yên li ser Hizbullahê bêne rawestandin, hemû cezayên li ser Îranê bi temamî bêne rakirin, bernameya fuzeyên balîstîk bêyî astengiyekê dewam bike û ji bo zirarên ji ber şer tazmînat bêne dayîn.

Şertên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) beriya niha pêşkêş kiribûn û daxwazên Îranê ji hev dûr in.

Rêveberiya Washingtonê bi taybetî van daxwazan ji Îranê dike: Uranyuma dewlemendkirî ya li ber destê xwe radest bike, hin navendên nukleerê ji hev bêne xistin, piştgiriya bi komên hevalbend ên wekî Hizbûllahê re bê rawestandin û kapasîteya fuzeyan bê sînordarkirin.