Dewriyeyek Îsraîlê ket gundewarên Quneytîra û Derayê

Dewriyeyeke îsraîlê di rêya Til Ebû El Xîsar re derbasî Wadî El Reqad bû û bendeke demkî di navbera Seyson û Cemlê de çêkir, piştre vekişî.

Dewriyeyek Îsraîlê ket gundewarên Quneytîra û Derayê
3 tebax, 2026   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewriyeyeke hêzên Îsraîlê di deriyê Til Ebû El Xîsar re ber bi Wadî El Reqad yê nêzî "Xurfet Muhcem" ê li herêma sînorî yê navbera gundewarê rojavayê Dera û Quneytîrayê ve bi rê ket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) der barê mijarê de diyar kir ku dewriye ji 6 erebeyên leşkerî û tankekê pêk hat, di rêya Wadî El Reqad re derbas bû û li herêma belav bû. 2 erebeyên leşkerî bendeke demkî li ser rêya di navbera gundên Seyson û Cemlê de çêkir.

SOHR’ê anî ziman ku piştre dewriye ji herêmê vekişî, lê tu agahiyên der barê operasyon an jî serdegirtin an jî girtinan de bi dest neketin.

(f)