Xelkê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî daketin qadan

Xwepêşandanên xelkê bajarê Qamişloyê yên bi daxwaza başkirina rewşa aborî û debarê, kêmbkirina bihayên pêdiviyên bingehîn û dabînkirina ceyranê dewam dikin.

Xelkê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî daketin qadan
Xelkê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî daketin qadan
Xelkê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî daketin qadan
Xelkê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî daketin qadan
Xelkê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî daketin qadan
Xelkê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî daketin qadan
Xelkê Qamişloyê ji bo başkirina rewşa jiyanî daketin qadan
3 tebax, 2026   19:34
QAMIŞLO

Li herêma Cizîrê xwepêşandanên gel ên bi daxwaza başkirina rewşa aborî û şert û mecên jiyanê, dabînkirina ceyranê û kêmkirina bihayên pêdiviyan dewam dikin.

Îro jî bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê tevî dikandaran xwepêşandan li dar xistin. Şêniyan pankartên bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî, dabînkirina ceyranê bi rêk û pêk û çareserkirina pirsgirêka kêmbûna sotemeniyê vekirin.

Şêniyan bi dirûşman banga çareserkirina pirsgirêkên aborî kirin. Her wiha îşaret pê kirin ku bihabûna pêdiviyên bingehîn û qutbûna domdar a ceyranê zerarê dighîne jêdera debarê.

(bb)

ANHA