Hêviya sala nû: Rizgarkirina Efrînê ye

Şêniyên Efrîn û Şehbayê diyar kir hêviya wan a sala nû vegrin Efrînê û  bi aramî û aştî bijîn.

Hêviya sala nû: Rizgarkirina Efrînê ye
31 kanûn, 2023   14:32
 ŞEHBA

Şêniyên Efrînê û Şehbayê diyar kir ku du sal e ji ber dorpêçê nikarin sala nû pîroz bikin. Lê belê hêviya wan di sala 2024'an de vegerin Efrînê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestin.

Arif Bekir diyar kir ku sala 2023'an bi dorpêçkirinê hate derbaskirin,  lê hêviya wan a 2024'an vegerin Efrînê û her pêkhateyek bi ziman û çanda xwe bi aramî bijî.

Welatiya bi navê Zeyneb Mistefa wiha got: "Em di nava zehmetiyan de ne. Em bi hêvî ne ku vegerin warê xwe. Êdî bes ji êrişên dewleta Tirk  ên li ser herêmê re. Em bi hêvî ne ku îsal bibe sala aramî û aştiye."

Welatiyê bi navê Ednan Mistefa ji bo sala nû azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û vegera li Efrîna ewle ya bêyî dagirkeran kir.

(zş)

ANHA