Bangên ji bo lezkirina pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê

Nivîskar û siyasetmedarên daxwaza bicîhanîna bilez a Peymana 29`ê Çileyê kir û diyar kir ku divê mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de werin bicihkirin.

Bangên ji bo lezkirina pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê
16 nîsan, 2026   03:45
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Di nav geşedanên herêmî û navneteweyî yên bilez de, bangên ji bo bicihanîna bilez a Peymana 29`ê Çileyê û daxwazên ji bo bicihkirina mafên siyasî û çandî yên gelê Kurd di destûra nû ya Sûriyeyê de, zêde dibin.

Nivîskar Ebdilwehab Pîranî got: “Hilweşîna rejîma Beşar Esed ji bo Sûrîyeyiyan hêviyek çêkir kir ku bikevin qonaxek nû ya ji nû ve avakirin û pêşveçûnê. Lêbelê, tiştê ku piştî wê pêk hat berevajî bendewariyan bû, ji ber ku li welêt pêlên nû yên tundiyê rû dan, bi taybet li perava Sûriyeyê û Suweydayê, her wha êrişên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin."

Pîranî zêde kir ku ev pêşketin bûn sedema îmzekirina peymana 29`ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, "piştî rêze rêkeftinên berê ên weke peymanê 10,ê Adarê ku nekarîn encamên berbiçav bi dest bixin. "

Pîranî peyman "erênî" bi nav kir, ji ber ku ew gavek ber bi kêmkirina alozî û tundiyê ve ye û deriyê qonaxek nû vedike û çend pirsgirêkan çareser dike, di nav de nivîsandina destûrek nû, rewşa li kampan û şert û mercên mirovî, û her weha çareserkirina pirsgirêka girtiyan û misogerkirina mafên pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê."

Pîranî her wiha bal kişand ser hewldanên astengkirinê ku rê li ber pêkanîna peymanê digirin, her wiha nebûna nêrîneke zelal ji bo mekanîzmaya entegrasyonê.

Pîranî destnîşan kir ku zimanê nefretê zêde dibe û astengiyeke li pêşiya bidestxistina aramiyê ye û da zanîn ku Peymana 29`ê Çileyê faktoreke aramiyê ye. Pîranî her wha da zanîn kir ku lezandina pêkanîna bendên peymanê di şert û mercên heyî de bûye girîngiyek lezgîn, ji ber ku ew faktorek bingehîn a parastina aramiyê û pêşîgirtina li zêdebûna pevçûnan ye.

Hevserokê Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Hesekê Mihemed Eşref jî diyar kir ku "peymana dawî ya di navbera QSD`ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de bi derengî tê pêkanîn, ji ber pabendbûna lawaz a hikumetê ji bo bicihanîna wê.”

Eşref diyar kir ku mijara dîlgirtiyan mînakeke sereke ya vê yekê ye, ji ber ku hejmarek dîlgirtiyên QSD`ê li ba hikumetê girtî mane, di heman demê de QSD ji bo valakirina girtîgehên xwe dixebite û got: “Biryarnameya 13’an ne li gorî daxwazan e û tenê naskirina mafên şeklî têrê nakin. Gelê Rojava ku qurbaniyên mezin dane, nasnameyeke destûrî ya zelal dixwaze ku mafên wan ên neteweyî û siyasî garantî dike û hebûna wan wek gelê li ser axa xwe ya dîrokî dijî, misoger bike."

(k)

ANHA