Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Îmraliyê dan.

Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
1 mijdar, 2024   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Îmraliyê dan. Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî dan. 

 Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Rêber  Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’ê de 7 caran li Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hate dayin û hevdîtinên bi malbatan re hate astengkirin. Tevî hemû serlêdanan jî hincetên cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nehatin parvekirin.

 PIŞTÎ 4 SALAN HEVDÎTIN HATE KIRIN

 Malbata Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.