Malbatên Şehîdan a Cizîrê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên şer û bêmirov ên li dijî herêmê û Bendava Tişrînê şermezar kirin û got, "Ew ê heta pêkanîna armancên şehîdên ên azadî û rûmetê têkoşîna xwe bidomînin."

Malbatên Şehîdan a Cizîrê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
18 ÇILE, 2025   22:40
NAVENDA NÛÇEYAN

 Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê û Bendava Tişrînê daxuyaniyekê da.

Daxuyanî wiha ye:

"Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê êrişên hovane yên balafirên şer ên Tirk li ser bendava Tişrînê bi tundî, şermezar dikin.

Di êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyên sivîl ên li Bendava Tişrînê de gelek kesayetên welatperwer û xwedî kedeke mezin di têkoşînê de, şehîd xistin. Siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî tevahî pêkhateyên gelê me ye. Ev sûc binpêkirineke eşkere ya hemû nirxên mirovî û yasayên navdewletî ye û careke din rûyê êrîşkar yê rejîma Tirk piştrast dike, ku bê dudilî hemû rê û rêbazan di şerê xwe de li dijî îradeya gelên azadîxwaz û aştîxwaz, bi kar tîne.

Em diyar dikin ku fedekariya şehîdên me wê vala neçe û îradeya me wê ji hemû êrişan xurttir bimîne. Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û dikin ku bi erkên xwe rabin û bi lezgînî van êrişan rawestînin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Di dawiyê de em soza xwe ji bo şehîdan nû dikin û em ê heta pêkanîna armancên wan ên azadî û rûmetê wê têkoşîna xwe berdewam bikin, her wiha heta têkbirina her cure dagirkerî û mêtingeriyê wê berxwedana me jî bidome."

(fr)