Di civînekê de zehmetiyên li pêş xwestekên gelê Sûriyeyê hatin nirxandin

Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso di civîna li bajarê Reqayê de bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya hêvî û xwestekên gelê Sûriyeyê û bêaramiya li welat. Hiso banga lidarxistina şoreşeke nû, bi navê "Şoreşa vîna gelan" kir.

19 hezîran, 2025   18:12
REQA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Navenda Çandê ya bajarê Reqayê civîneke girseyî li dar xist. Di civînê de nûnerên partiyê, saziyên civaka sivîl, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspî amade bûn.

Di civînê de hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso rewşa siyasî ya li herêmê û cîhanê nirxand. Hiso got: "Partiya me ji bo avakirina Sûriyeya yekgirtî û ewle ya xwedî berxwedan, demokrasî, pirrengî û azadiya jinan, xeta sêyemîn dişopîne. Ji ber ku xetên yekemîn û duyemîn di pêkanîna aramiyê de bi bin ketin."

Hiso bêîstîqrariya li Sûriyeyê bi destwerdanên derve re girê da û diyar kir ku tecrûbeya civakî ya ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Çeçen dihewîne felsefeya civakî nîşan dide û şiyana gelan a serkeftinê piştrast dike.

Hiso destnîşan kir ku diyalog û pirrengiya civakî bingeha avakirina Sûriyeyê azad û ewle ne û banga lidarxistina "Şoreşa vîna gelan" weke rêya ber bi siberojê ve, kir.

Piştî axaftina Hiso, beşdaran nêrînên xwe parve kirin û diyar kir ku lezbûna siyaseta cîhanê û ji nû ve yekrêziya hêzan gefan li dosyaya Sûriyeyê dixwin, ferzkirina projeyan li ser gelan berdewam dikin, li kêlek wê jî îstîqrara welat û pêkanîna xwestekên gelê Sûriyeyê asteng dikin.

Beşdaran girîngî da berdewama hevkariyê di navbera pêkhateyan de ji bo parastna desteyên şoreşê û banga beşdariya berfireh di projeyên siyasî yên pêşerojê de kir.

(mh/fr)

ANHA