Li Sûriyeyê ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan ve 10672 kes hatin kuştin

Ji 8’ê Kanûna 2024’an û heta 6ˊê Îlona 2025ˊan li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin, ji wan 3 hezar û 20 kes li meydanan hatine înfazkirin.

Li Sûriyeyê ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan ve 10672 kes hatin kuştin
7 îlon, 2025   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji ber kiryarên tundî û aloziyê ji 8ˊê Kanûna 2024ˊan û heta 6ˊê Îlona 2025ˊan 10 hezar û 672 kes hatine kuştin, ji wan 8 hezar û 180 sivîl in (438 zarok û 620 jin). Ji hejmara giştî 3 hezar û 20 kes li meydanan hatine înfazkirin.

SOHRˊê destnînan kur li beramber van bûyerên kuştinê sûcdar nayên dadgehkirin û cezakirin. Hemwextî van bûyeran gotinên kîndarî, nijadperestî û mezhebperestiyê didomin, çalakvan û hiqûqnas tên hedefgirtin.

(dc)