Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin

Rojnamevan, çalakvan û endamên saziyên civaka sivîl di komxebatekê de destekdayîna pêvajoya edaleta veguhêz û pêşxistina rola civaka sivîl ji bo avakirina aştiyê li Sûriyeyê nîqaş kirin.

Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin
Bi komxebatekê pêvajoya edaleta veguhêz û aştiya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin
28 cotmeh, 2026   15:17
QAMIŞLO

Li Qamişloyê bi beşdariya rojnamevan, çalakvan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û şandeya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ji bo nîqaşkirina destekdayîna pêvajoya edaleta veguhêz û pêşxistina rola civaka sivîl ji bo avakirina aştiyê li Sûriyeyê, komxebatek hat lidarxistin.

Komxebat bi hevkariya Saziya Hevkariya Mirovahiyê û Pêşxistinê (HDC) û Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê bi armanca nîqaşkirina rewşa qonaxa veguhêz a Sûriyeyê, naskirina rola çapemeniyê, civaka sivîl û aliyên din di pêşxistina girêdana civakî û avakirina aştiyê de, her wiha ji bo pêşxistina diyalogê di navbera civakên xwecih, aliyên nîştimanî û navneteweyî, dan û standina bi mijarên dema borî û mekanîzmaya pêkanîna edaleta veguhêz hat organîzekirin.

Beşdarên komxebatê diyar kir ku divê dengê sûriyeyiyan bigihêje aliyên navneteweyî, daxwaz ji Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê kirin ku piştgiriya xwe ya ji bo civaka sivîl a Sûriyeyê û pêşxistina hevkariya di siberoja welat de bidomîne, her wiha bal kişandin ser girîngiya ji nû ve çêkirina qanûnên têkildarî rêxistinan li gorî daxwazên qonaxa heyî, bi taybet ên ku ji salên 1950`yî ve hatine danîn.

‘DI PÊVAJOYA AVAKIRINA SÛRIYEYÊ DE STRATÊJÎ TUNE YE’

Beşdaran bal kişand ser zêdebûna asta gotara nefretê û bikaranîna ku li hemberî malbatên windahiyan ku ketibûn destê aliyên hikumeta veguhêz, pêk tê.

Her wiha dan zanîn ku di pêvajoya avakirina Sûriyeyê de stratêjiyek tune ye, têkildarî vegera koçberan de û kiryarên ku li dijî wan tên kirin çareserî nayên danîn, li aliyekî din di pêvajoya entegrasyonê de zelalî tune ye.

NÛNERÊN WEZARETA SWÎSREYÊ: EM Ê DESTEKDAYÎNA CIVAKA SIVÎL BIDOMÎNIN

Nûnerên Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê diyar kir ku ew ê destekdayîna xwe ji bo civaka sivîl a li Sûriyeyê û beşdariya xwe ya di xebatên avakirina aştiyê de bidomînin.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû:

“- Dê li gorî delîl û berhemên nasandinê yên ku berê li ser xebat hatiye meşandin, peyamên qurbaniyan û yên civakên herêmî bigihînin aliyên nîştimanî û navneteweyî.

- Dê rêyên peywendî û koordîneyê di navbera saziyên li herêmê, aliyên nîştimanî û navneteweyî di warê edaleta veguhêz û avakirina aştiyê de bên pêşxistin.

- Dê têbînî, derfet û encamnameyên ku ji hêla beşdaran ve derdikevin wek encamname bê derxistin, ji bo ku di siyasetên siberojê de sûdê jê wergirin.

- Dê ji bo pêşxistina hebûna dengê qurbaniyan û civakên herêmî di nîqaşên girêdayî siberoja edaleta veguhêz li Sûriyeyê destekdayîn bê pêşkêşkirin, ev yek wê milkê herêmî pêşbixe û piştgiriya avakirina aştiya domdar a li ser naskirinê û edaletê ya misogerî pêk bîne.”

(sb)

ANHA