Cotkarek di encama teqîna mayînekê de birîndar bû

Li gundewarê Siwêdayê cotkarek dema erdên xwe cot dikir mayînek bi terektora wî ve teqiya û birîndar bû.

Cotkarek di encama teqîna mayînekê de birîndar bû
4 cotmeh, 2026   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera gundên Efîna û Mecîrayê yên Siwêdayê de cotkarek dema erdên xwe cot dikir mayînek bi terektora wî ve teqiya. Di bûyerê de cotkar birîndar bû. Cotkar wî rakirin nexweşxaneya Giştî ya Siwêdayê.

Li gorî SOHR‘ê, ji destpêka 2026‘an de 265 kes ji ber teqîna bermahiyên şer hatin kuştin û 405 kes birîndar bûn.

(bb)