Der Spiegel: Almanya heta dawiya Îlonê hêzên xwe ji Hewlêrê vedikişîne

Almanya biryar da ku hebûna xwe ya leşkerî ya li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kêm bike. Li gorî nûçeyên di çapemeniya Almanyayê de, rêveberiya Berlînê heta dawî meha Îlonê leşkerên xwe vekişîne.

Der Spiegel: Almanya heta dawiya Îlonê hêzên xwe ji Hewlêrê vedikişîne
10 tîrmeh, 2026   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kovara Der Spiegel, wê nêzî 30 leşkerên Alman ên li kampa li nêzî Balefirgeha Hewlêrê erk dikin, ji herêmê derkevin. Hate diyarkirin ku biryar piştî biryara vekişîna yekîneya parastinê ya DYE’yê di çarçoveya plana xwe ya kêmkirina hebûna xwe leşkerî ya li Iraqê de girtiye, hatiye girtin.

Wezareta Parastinê ya Almanyayê jî piştrast kir hebûna xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê ji bo demeke dirêj kêm bike, lê hirgûliyên li ser dema vekişîne û hejmara leşkeran parve nekir. Berdevkê Wezaretê ragihand ku alîkariya perwerdehî û şêwirmendî yên ji bo hêzên Peşmergeyan tên dayîn dewam bike û di vê çarçoveyê de koma şêwirmendiya leşkerî ya di binesaziya Balyozxaneta Almanya ya li Hewlêrê de, wê erka xwe bidomîne.

Leşkerên Alman, di çarçoveya koalîsyona dijberiya DAIŞ’ê ya navneteweyî de bi salên dirêj in li Hewlêrê ne û perwerdehî, şêwirmendî û piştgiriyê didin hêzên pêşmergeyê.