DEM Partiyê bang kir: Darbeya li Wanê bi ˊdengderxistinêˊ protesto bikin

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bang li gelê Kurdistanê kir ku darbeya li gelê Wanê bi çalakiya dengderxistinê protesto bike.

DEM Partiyê bang kir: Darbeya li Wanê bi ˊdengderxistinêˊ protesto bikin
2 nîsan, 2024   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Partiya wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê, li ser medyaya dijîtal her kes vexwand ku darbeya li Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi çalakiya dengderxistinê protesto bike.

Parvekirina Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bi vî rengî ye: "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li dijî xespakirina vîna bajarên Kurdistanê ya ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê, her êvar saet di 21.00'ê de çalakiya 'dengderxistinê' li dar bixe."