Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn

Nameyên ku şêniyên serdana mala Rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûr ê Kobanê kirine, hestên xwe û teqeziya bi berdewamkirina têkoşîna şoreşgerî heta ku gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan azad dibin, rave dikin.

Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
Nameyên ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine nivisîn
3 nîsan 2024   03:46
KOBANÊ

Bi sedan şênî serdana mala Rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûr ê rojavayê Kobanê kirine û jê re name nivisîne. Ew name tev di lênûskan de hatine komkirin û li ser refekê hatine danîn.

Rêber Abdullah Ocalan sala 1979`an piştî ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bû, 3 mehan di vê malê de mabû. Gelek şênî serdana malê dikin û bi rêya nameyên ku ji Rêber Abdullah Ocalan re dinivisîn, hestên xwe li hemberî wî rave dikin.

Me jî xwest balê bikişînin ser çend nameyan ku di çend salên dawîn de hatine nivisîn.

Di yekê de hatiye gotin: "Rêberê min, rênîşanderê min. Dema hatin vir, dema min mala te ya nizm û tijî berekat dît, dilê min nema lêda. Dem heta kêliyekî rawestiya. Li pêş çavên min rêzefîlma bîranên berê derbas bû. Mîna ku berê li vir bûm. Li pêş çavên min tevger û çû û hatina te li her koşeyeke vê mala pîroz derbas bû. Dûre mîna ku ji nû ve zindî bûm ez jiyam. Dil tijî ronahî, di damarên min de li şûna xwînê ew ronahî herikî. Ez serfiraz bûm ji ber ku li ser şopa Rêbertî ez bûm têkoşer û di refên şoreşa azadiyê û aştiyê de bûm şoreşger. Tu gotin şadiya min bi qasî vê gotinê rave nake; Rêberê min tu ronahiya ku rêya min ronî jî. Min hêz û derbirandin ji te girt. Tu rênîşandarê min î ku rê û wateya azadiyê û bedewiya welat nîşanî min dide. Ez ê li ser şopa te bibim serhildêr, heta ku ev gotin temam dibin, dil û giyan dibe yek, ez te bibînim û ji te re bi serbilindî bêjim Rêberê min."

Di yeke din de ev hatiye gotin: "Ev roj, ji bo min û ji bo mirovahiyê tev de roja vejînê ye. Roja vejîna gelê Kurd û jinan e. Ocalan, ji gelên Rojhilata Navîn re rêbazeke jiyanê, zihniyet û roja nû ye. Rojbûneke pîroz ji tevahî gelan re, mîladeke pîroz ji gelê Kurd re û rojbûneke pîroz ey Rêberê me û pêşengê me. Ji vî gundi ta Îmraliyê hezar silav. Em şopdarên rêya te ne."

Di nameyeke din de jî wiha hatiye nivisîn: "Rêberê min, rojbûna te pîroz be. Em di sala 2022`yan de, salek din derbas bû û tu ne li cem me yî, Ev cara yekê ye ku ez serdana vê malê ya li Elpelûr ê li Kobanê dikim ku te tê de jiya. Di vê malê de, te li Rojhilata Navîn û Rojava gaveke mezin avêt. Te şoreşa mezin a Kurdistanê li dar xist. Rêberê min, bi dîtina vê malê, ez gelek kêfxweş im. Ey Serokê ku bi fikrê xwe yê mirovî, îlham daye her kesî, rojbûna te li te pîroz be. Em hêvî dikin ku sala bê tu di nav me de bî, silavên şoreşgerî."

Kesek din bi van gotinan hestên xwe rave kirine: "Ji bo min dîtina Rêbertî xewneke mezin bû. Ji ber wê dema ketim malê, hestên azadiyê li mejî û dilê min bar bûn. Pirsa hatiye balê min dema derbasî hundir bûm; Gelo li ku derê Rêbertî dimeşiya li ku derê rûdinişt û çi dikir? Ez bawer im ku ev pirsa min her kesî ji xwe pirs kiriye dema ketine vê malê. Ji vir ez soz didim Rêberê xwe ku ez ê tê bikoşim ji bo ku azad bijîn û em te di nav xwe de bibînin."

Di nameyeke din de jî wiha hatiye nivisîn: “Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz be. Endezyarê aştî û mirovahiyê. 33 sal in tu ji bo doza kurd û azadiya gelê xwe di wê zindanê de û di nava tecrîdekê de ku mîna wê çênebûye tê dikoşe. Bi milyonan ciwanên gelê me li qadan berxwedaneke bêhempa nîşan didin ji bo ku welatekî azad bi dest bixin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

(şx)

ANHA