3 leşkerên Şamê hatin kuştin, 2 leşker û 12 sivîl birîndar bûn

Di şer  û êrişên ji destpêka Tîrmehê ve yên li bejahiya Hema û Idlibê de 3 leşkerên hikumeta Şamê  jiyana xwe ji dest da, 2 leşker û 12 sivîl jî birîndar bûn.

3 leşkerên Şamê hatin kuştin, 2 leşker û 12 sivîl birîndar bûn
14 tîrmeh 2024   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya 2 heya 13’ê vê Tîrmehê ya êrişên li bejahiyên Hema û Idlibê aşkere kir. Li gorî bîlançoyê, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 2 leşkerên Şam û 14 sivîl birîndar bûn.

Bîlançoya SOHR’ê wiha ye:

2’ê Tîrmehê balafirên hikumeta Şamê li derdora gundê Afes ê rojhilatê Idlibê erebeyek sivîlan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyek birîndar bû.

3’yê Tîrmehê balafireke kamikaz li gundê Mecdelya yê Idlibê erebeyeke sivîlan bombebaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû. Li eniya Kebane-Cebel El Ekrad a bakurê Laziqiyê leşkerekî Şamê di êrişeke suîqastê ya çeteyan de de jiyana xwe ji dest da. Li bajar Sermîn ê rojhilatê Idlibê de jî di êrişeke bi roketan de di nav de jin û zarokek jî di nav de 7 welatî birîndar bûn.

8’ê Tîrmeha di êrişa bi obîsan a çeteyên "Fetih El Mûbîn" ya li eniya Corîn a gundewarê rojavayê Hemayê de leşkerekî Şamê mir. Di êrişa bi moşekan a hêzên hikumeta Şamê ya li herêma Misêbîn a başûrê Idlibê de jinek û 2 mêr birîndar bûn.

11’ê Tîrmehê di êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li eniya Kewkebe ya bejahiya Idlibê de leşkerekî Şamê mir.

13’ê Tîrmehê li eniya Kersea ya başûrê Idlibê 2 leşkerên Şamê di êrişia çeteyên Heyet Tehrîr El Şam birîndar bûn.

(bb)