Dayikên Aştiyê kum û patîkên rêsandin ji Îmraliyê re şandin

Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê stûmal, kum û patîkên rêsandin ji Îmraliyê re şandin.

Dayikên Aştiyê kum û patîkên rêsandin ji Îmraliyê re şandin
25 ÇILE, 2024   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Silopiya ya Şirnexê stûmal, kum û patîkên rêsandin ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin re şandin. Stûmal, kum û patîkên hatine çêkirin bi rêya postaxaneya navçeyê ji Abdullah Ocalan re hatin şandin.