Danûstandinên Amerîka û Îranê di nav bêbaweriyê de dest pê dikin

Alîkarê Serokê DYA’yê, JD Vance, ji bo hevdîtin bi Îranê re derbasî Pakistanê bû. Ev danûstandin di nav bêbaweriya her du aliyan de dest pê dikin.

Danûstandinên Amerîka û Îranê di nav bêbaweriyê de dest pê dikin
11 nîsan, 2026   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê Serokê DYA’yê JD Vance, ji bo ku ji heyeta Amerîkî re serokatiyê bike çû Îslamabad a paytextê Pakistanê. Nûnerê Taybet Steve Witkoff û zavayê Donald Trump Jared Kushner jî wê beşdarî hevdîtinê bibin. Aliyê Îranê jî wê li gel heyeteke qerebalix beşdarî hevdîtinê bibe.

Aliyan beriya hevdîtinan peyamên tedbîran dan. Serokê Meclisa Îranê Muhammed Bakir Qalîbaf diyar kir ku hevdîtinên beriya niha yên li gel DYA’yê bi sozên ku nehatine girtin encam bûne û bal kişand ser bêbaweriyê.

JD Vance hişyarî dan Îranê û got ku ew ê li hemberî hewldanên gîrokirinên yên muhtemel helwesteke tund nîşan bidin û diyar kir ku lê belê dîsa jî ew dixwazin ‘’muzakereyên erênî’’ bi rê ve bibin. Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ku navbeynkarê sereke ye diyar kir ku bidestxistina agirbesteke mayînde wê zehmet“e û pêvajo weke qonaxa ‘’yan wê çêbibe yan jî çênabe’’ pênase kir.

Îran, ji bo hevdîtinan dabînkirina agirbesta li Lubnanê û serbestberdana hebûnên hatine sekinandin weke şert û merc nîşan dide.

Di vê xalê de lihevkirina her du aliyan berdewam dike û êrişên Îsraîlê yên li ser Hizbullahê rageşiya li herêmê zêde dike.