Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê ciwanek girt

Hêzeke leşkerî ya Îsraîlê vê sibehê ket gundê Eyn Zîwanê yê Quneytîrayê û ciwanek girt.

Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytîrayê ciwanek girt
26 hezîran, 2026   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzeke Îsraîlê ku ji 4 erebeyên leşkerî pêk tê, ket gundê Eyn Zîwanê yê Quneytîrayê.

SOHR‘ê da zanîn ku yekîneya ketî gundî bi ser malekê de girt û ciwanek girt û piştre vekişiya. Nehat zanîn ciwan ji ber çi hatiye girtin û ber bi ku derê ve hatiye sewqkirin.

 Hate zanîn ku ketina yekîneya artêşa Îsraîlê ya nava gund tirs di nava şêniyan de çêkir.

Li gorî SOHR‘ê, duh êvarî (25 Hezîran) yekîneyek hêzên Îsraîlê ket derdora bajarokê Refîd ê gundewarên Quneytîrayê û hejmarek cotkar û şivan destgîr kirin û xistin lêpirsînê. Piştre ew serbestberdan û ji bajarokê vekişiya.

(bb)