Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdanên xwe di roja 3`yem de didomîne
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, serdanên xwe berdewam dike. Di serdanan de însiyatîfê pêşniyar kir ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) fişar bê kirin, ji bo ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.
Ev sê roj e, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hevdîtin bi partî û hêzên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re pêk tîne.
Îro şandeya însiyatîfê ya ku ji berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzur, endamên însiyatîfê wek Necah Gulo û Fuad Colî pêk tê, serdana navenda Partiya Kombûna Nîştimanî ya Demokrat a Kurdisatnê, Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Tevgera Nûkirin a Kurdistanê -Sûriyeyê kir.
Berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzur di serdana xwe ya ji bo navenda Partiya Kombûna Nîştimanî ya Demokratîk a Kurdistanê de sedemên serdanê, armancên pêngava navneteweyî, û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir. Munzur destnîşan kir ku divê partî ji bo ku siyasetên tecrîdkirinê bi dawî bikin tev bigerin.
Sekreterê giştî yê partiyê, Rusmet Mihemed Ebas helwestên navneteweyî li hember azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rexne kir û got: "Em ê tev li çalakiyên di vê çarçoveyê de li dar dikevin bin. Hewldanên me hene ji bo ku têkilî bi rêxistinên navneteweyî û dadgeha Lahay re ava bikin da ku rewşa wî û tenduristiya wî nas bikin."
Ebas wiha domand: "Rêber di dilê me û bîra me de ye. Felsefeya wî ne tenê ya kurdan e, lê belê ya cîhanê tevahî ye. Ji bo Rojhilata Navîn û gelên azadîxwaz mînare ye. Em ê li gorî pêdiviyên vê pêvajoyê kar bikin."
Sekreterê giştî yê Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî jî got: "Projeya Rêber Abdullah Ocalan giştî ye. Ji bo pirsgirêkên li cîhanê û ji mirovahiyê re çareserî pêşkêş kir."
Şengalî diyar kir ku pergalên dagirkerên Kurdistanê naxwazin ev statu li herêmê bi ser bikeve. Ji ber wê dixwazin fikrê li ser ava bûye, tune bikin.
Şengalî destnîşan kir ku partiya wî piştgiriya doza Rêber Abdullah Ocalan dike.
Sekreterê giştî yê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kovan Keno di serdana însiyatîfê de bang kir ku ji Ereb û Suryanên li herêmê ve nêz bin da ku têkiliyê bi derve re deyne.
Keno îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker naxwaze careke din Rêber Abdullah Ocalan darizîne. Ji ber wê divê li DMMEˊyê fişarên dîplomatîk bê kirin da ku careke din Rêber Abdullah Ocalan bê darizandin.
Herî dawî însiyatîfê serdana navenda Tevgera Nûkirin a Kurdistanê-Sûriyeyê kir. Di serdanê de endamê tevgerê Mezher Hemîka got: "Em piştgiriya azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Ji bo vê armancê, tê dikoşin. Rêber Abdullah Ocalan layîqî vê têkoşînê ye. Ji ber ku jiyana xwe kir oxira azadiya gelê Kurd."
(şx)
ANHA