‘Jin dikarin bi hevgirtina navnetewî sîsteman biguherînin’
Çalakvanên jin destnîşan kirin ku jinan bi têkoşîna xwe gelek destkeftî bi dest xistine û bûne îrade, lê dikarin bi hevgirtina navnetewî guhertina sîsteman jî pêk bînin.
![‘Jin dikarin bi hevgirtina navnetewî sîsteman biguherînin’](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202405/image_870x_663f0457e7d2f.jpg)
Çalakvanên jin Necla Temo û Stêr Qasim derbarê rewşa jinan a li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û asta têkoşîna wan a li hemberî zihniyeta baviksalariyê de ji ANHA`yê re axivîn.
Necla Temo diyar kir ku pirsgirêka jinan hîn bi temamî nehatiya çareserkirin, lê bi Hevpeymana Civakî re wê wekhevî çêbibe û jin bigihîjin armancên xwe yên ku ji bo wê bi salane têdikoşin.
`EM DESTKEFTIYÊN XWE DIPARÊZIN`
Necla destnîşan kir ku piştî sala 2011`an jinan bêhtir rastiya xwe nas kiriye û di refên pêşî yên şoreşê de cih girtine, sala 2014`an bi avakirina Rêveberiya Xweser re gelek destkeftî bi dest xist û got: “Em jî niha wan destkeftiyan di asta civakî, siyasî, qanûnî û derûnî de diparêzin.”
Necla Temo da zanîn ku di encama têkoşîna dijwar de rêxistinbûna jinan jî pêş ketiye û wiha dom kir: “Kongra Star wekî encama vê têkoşînê derketiye holê. Ji sala 2016’an ve jî, ji bilî jinên Kurd, yên Ereb, Suryan, Asûr û Ermen tevlî bûn. Ev bûye jêderek ku jin karibin temsîla civaka xwe bikin.”
`ÎRADEYA JIN A XWEPARASTINÊ HEYE`
Necla Temo bal kişand îradeya jinê derketiye pêş, di hemû rêveberiyan de cih digire, lê hîn jî pirsgirêkên ku divê werin çareserkirin jî hine û wiha pê de çû: “Bûyerên mîna destdirêjî, tundî û qetilkirinê hene. Lewma pêwîstî heye ku jin piştgiriya hev bikin. Divê di aliyê tanduristî û perwerdeyê de hişmendiyek bi nêrîna jinê derkeve holê. Jin xwedî îradeyeke xurtin û dikarin xwe biparêzin.”
`DIVÊ JIN ASTA TÊKOŞÎNA XWE BILINDTIR BIKIN`
Stêr Qasim jî diyar kir ku heta 2011`an li herêmê derfetên ku jin karibin xwe zêdetir rêxistin bikin û bibin îrade nebû, lê bi pêvajoya şoreşê re gavên girîng hatine avêtin û got: “Di qadên cuda de xebat hatin meşandin û destkeftî çêbûn. Lê asta ku jin gihîştinê, asta tê xwestin nîn e. Divê asta têkoşînê bilindtir bibe.”
`LI HERÊMÊ DERFETA JINAN HEYE`
Stêr Qasim destnîşan kir ku di dema pêkanîna guhertinan de astengî derdikevin û wiha dom kir: “Ji bo ku jin karibin zihniyeta baviksalarî têk bibin, wê rastî van zehmetiyan werin. Lewma divê jin dest ji hêz û îradeya xwe bernedin. Di nava Rêveberiya Xweser ev derfet heye.
Stêr Qasim anî ziman ku têkoşîna jinan a li herêmê têrker nîn e, divê jin rêxistinbûn û pêwendiyên xwe di asta navnetewî de mezin bikin, bi vî rengî jî wê karibin bi hevgirtinê guhertina sîsteman pêk bînin.
(a)
ANHA