Di êrişa Îsraîlê de leşkerên Şamê birîndar bûn

Balafirên şer ên Îsraîlê  gundewarên Heleb û Idlibê bombebaran kirin. Hate ragihandin ku hejmarek leşkerên Şamê birîndar bûne.

Di êrişa Îsraîlê de leşkerên Şamê birîndar bûn
9 mijdar 2024   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku medyayên ser bi hikumeta Şamê ve parve kirine, balafirên Îsraîlê  şevê din saet derdora 00.45ˈan li gundewarên Heleb û Idlibê hin baregeh bombebaran kirin. Hate ragihandin ku di bombebaranê de hejmarek leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî da zanîn ku balafirên Îsraîlê li gundewarên Heleb û Idlibê karegehên pêşesaziyên leşkerî û navenda lêkolînên zanistî yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê bombebaran kirine. SOHRˈê diyar kir ku li cihên hatine bombebarankirin endamên Pasdarên Îranê hene.

(bb)