MSD, QSD û Rêveberiya Xweser civiyan

MSD, Fermandariya Giştî ya QSD’ê û Rêveberiya Xweser di civînekê de geşedanên siyasî, leşkerî  û ewlehî, girîngiya pêşxistina diyalogên navxweyî nîqaş kirin.

MSD, QSD û Rêveberiya Xweser civiyan
10 gulan, 2024   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit, cîgirên hevserokatiya MSD’ê Canda Mihemed, Xesan El Yûsif  û Elî Rehmûn, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî, endamê Nivîsgeha Şêwirî ya MSD’ê Ebdulqadir Muwehed, fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, fermandarê Hêzên Senadîd Bender Himêdî El Deham, Fermandarê Hêzên Şemal Demokratî Ebû Omer El Idlibî, fermandara Meclisa Leşkerî ya Kantona Firatê Emîra Mihemed û endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Rohilat Mihemed, her wiha hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, cîgirê hevserokatiya meclisê Hemdan El Ebid û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed civiyan.

Beşdaran li ser siyaseta giştî û stratejiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê, parastina ewlehiya herêmê, her wiha pêkanîna pêşketinê di hemû qadan de nîqaş kirin.

Di civînê de rewşa siyasî, leşkerî, mijarên xizmetguzarî û astengiyên li pêşiya welatiyên herêmê hatain şîrovekirin.

Beşdaran girîngiya diyalogên navxweyî, xebata hevpar û hemahengiyê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk destnîşan kirin. Her wiha xetereyên li pêşiya ewlehiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser û pêşxistina têkiliyên bi welatên Ereban, welatên herêmî û cîhanê re bi taybet di warê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û avakirina tevkariyeke navneteweyî ya mayînde hatin şîrovekirin.

(bb)

ANHA