Dagirkeran agir berda eraziyên Şêrawayê

Artêşa Tirk a dagirker ji gundê Meryemîn û Enabikê yên navçeya Şêrawayê ve agir berda eraziyan. Bi wê re agir bi gelek gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ket.

Dagirkeran agir berda eraziyên Şêrawayê
6 hezîran, 2024   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker ji gundê Meryemîn û Enabikê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê agir berda eraziyan. Di encamê de agir li eraziyên gundên Şewarxa, Tatmeraş, Tinibê, Malikiyê belav bû. 

Lê kêlek wê jî dagirkeriyê ji gundê Basilê ve agir berda eraziyan û heya bi daristana Soxanekê belav bû.

(fr)