3 welatî careke din ji aliyê çeteyan ve hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 şêniyên ku li beramber standina fidyeyê berdabûn, dîsa revandin.

3 welatî careke din ji aliyê çeteyan ve hatin revandin
6 hezîran, 2024   15:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku çeteyên "polîsên sivîl" yên dewleta Tirk a dagirker şêniyên bi navên Silêman Hikmet, Cano Hecî Reşîd û Mihemed Reşîd Hec Omer li gundê Kûra yê bajarê Cindirê careke din revandin.

Li gorî çavkaniyan her sê şênî ku beriya demekê hatibûn revandin li bermaberî dayîna fidiyê serbest hatibûn berdan.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku çeteyên "Cebhe El Şamiye" 4`ê Hezîranê şêniyê bi navê Temam Sefûr (46) yê ji parêzgeha Himsê ku Tirkiyeyê wî dersînor kiribû, revandin û ji bo ku wî berdin ji malbata wî hezar û 500 dolar fidye xwestin.

Desthilata Tirk sêşemê 22 penaberên sûriyeyî yên ku nasnameya tirkî bi wan re hene bi darê zorê wan di deriyê sînor ê li Ezazê vegerandin.

(şx)

ANHA