Basek di çemê Asî yê Idlibê de wer bû

Li gorî çavkaniyên ji Idlibê, li rojavayê Idlibê ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin baseke veguhastina zarokan di çemê Asî wer bû.

Basek di çemê Asî yê Idlibê de wer bû
6 hezîran, 2024   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ên ji Idlibê da zanîn ku baseke ku zarok tê de bûn, di çemê Asî de yê rojavayê bajarê Idlibê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê de, wer bû.

Li gorî heman çavkaniyan li bajarê Derkoş ê rojavayê Idlibê qezayek çêbû, di encamê de basa zarokan ku diçû seyrangeha dibistanê di çemê wer bû.

 (mh)