Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzeran ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din serlêdanên nû kirin.

Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
3 cotmeh, 2024   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzeran ji bo ku bi muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan r ê ku li Îmraliyê di nava tecrîda mutlaq de tê ragirtin hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Sûzan Akîpa ve hat kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema Komploya Navneteweyî û vir ve di nava tecrîdê de dîlgirtî ye. Serlêdanên ji bo hevdîtinê ya bi rengekî kêfî têne redkirin yan bêbersiv têne hiştin, ya jî piştî bi mehan hincetên kêfî û nehiqûqî yên cezayên dîsîplînê têne pêşkêşkirin. Sedema cezayên dîsîplînê jî nayê zanîn.

Biryara qedexeya hevdîtinê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re ya ji bo 6 mehan a herî dawî di 3’yê Gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hate dayîn.

Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.