Serçeteyekî DAIŞ′ê li Kampa Holê hate kuştin

Li Kampa Holê, QSD′ê, Hêzên Ewlekariya hundirîn bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke hevbeş pêk anî, di operasyonê de serçeteyekî DAIŞ′ê û hevjîna wî hatin kuştin.

Serçeteyekî DAIŞ′ê li Kampa Holê hate kuştin
28 kanûn, 2023   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li Kampa Holê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ′ê lê ne, operasyoneke hevbeş pêk anî.

Operasyon şeva borî bi serdegirtina hêzên hevbeş li koneke kampê pêk hat, bi wê re secrete Ebû Ubeyde El Iraqî ku di nava çeteyên DAIŞ′ê de ew berpirsê kampa Holê ye, hate kuştin.

Der barê operasyonê de serçete red kir teslîm bibe û hewl da xwe biteqîne û guleyan biavêje, lê hêz neçar bûn guleyan biavêjin wî û tevî hevjîna xwe ′Um Ayşe′ ku wê jî red kir xwe teslîm bike, hatin kuştin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya QSD′ê, çete Ebu Ubeyde El Iraqî navê ′Ebû Muawiye bi kar dianî û yek ji serçeteyên bilind ê DAIŞ′ê bû û destê wî di qetilkirina gelek jin û mêrên li kampê de hebû û ′Eşbal El Xîlafe′ ber bi herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin direvand. Ew serçete yê yekemîn êrişî bendên ewlehî û leşkeriyê kir û plankerê bingehîn ê li dijî saziyên sivîl ên li kampê bû, gef li dijî rêxistinên mirovî, ewropî û karmendên li kampê dixebitîn dixwarin da ku wan asteng bike û nehêle bi erkên xwe rabin.

Ev tişt jî li gel wî hatin dîtin û desteserkirin:

Çekek kilaşînkovê

Cercûrek

Guleyên damanceya 8,5

Rextek leşkerî

2 çenteyên leşkerî

Telefonek destan.

(fr)