Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bangên ji bo çareserkirina dosyaya perwerdeyê

Tevgera xwendekaran û çalakiyên protestokirinê yên mamosteyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê ji bo daxwaza naskirina çarenûsa xwe ya perwerdeyê û rewşa mûçeyên wan ên ku dereng mane dewam dike.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bangên ji bo çareserkirina dosyaya perwerdeyê
24 tebax, 2026   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku li ser malperên medya civakî tên parvekirin, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo daxwaza çareserkirina dosya pêvajoya perwerdeyê, zelalkirina çarenûsa xwendekarên ku berê materyalên Kurdî yên Rêveberiya Xweser dixwendin tevgerek xwendekar û ciwanan heye.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi rêya “X” ev yek weşand: “Perwerdeya bi zimanê dayikê, mafekî bingehînê her gelekî ye. Ziman xuluqkariên xwedayê dilovan in. Nabe ku bên qedexekirin an jî ji pîroziya wan bê kêmkirin. Em bawer dikin ku Sûriye bi qebûlkirina van mafên bingehîn re, dikare bibe nimûneya edalet û aramî û aştiyê li herêmê.”

Hejmarek ji xwendekar û ciwanan dest bi hemleyeke ji bo belavkirina bruşûran li qadan kirine, di wan de nivîsên têkildarî misogerkirina mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê Kurdî û tesbîtkirina makanîzmeyeke zelal ji bo pêkanîna ezmûnan hatine nivîsîn.

Daxwazên ku hatine kirin der barê naskirina rewşa mamosteyên saziyên perwerdeyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser in, bang hat kirin ku mûçeyên wan ên dereng mane bên dayî û rewşa wan a pîşeyî were çareserkirin.

Duh (23 Tebax) li bajarê Helebê jî şandeyeke mamosteyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo rewşên xwe yên îdarî û darayî serdana Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê kir. Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin şande bi Gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê Helebê re hevdîtin nekir, tenê hin kesên peywendîdar yên li gerînendeyê dîtin, lê şandeyê ti bersivên zelal bi dest nexist.

Mamosteyan diyar kirin ku gerînendetî careke din danesîna li ser xebat û kesayeta wan xwestin, mamosteyan beriya 4 mehan heman tişt ji wan re şandiye.

(sb)

ANHA