Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Efrîn û Şehbayê, her wiha ciwanên şoreşger ên Helebê ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê meş li dar xistin.

Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
Ciwanên şoreşger Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê bi bîr anîn
10 tîrmeh, 2024   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê- şaxê Helebê ji bo bîranîna Şehîdên Berxwedana 14ˊê Tîrmehê meşek li dar dixst. Di meşê de bi dehan endamên meclis, komîn û ciwanan beşdar bûn. Meş ji pêş hola 8ˊê Adarê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.

Beşdar li tevahî kolanên sereke yên taxê geriyan û diruşmên silavkirina Berxwedana 14ˊê Tîrmehê berz kirin. Li Çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan a li beşa rojhilat a taxa Şêxmeqsûdê meş vegerî mîtîngê.

Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Xelîl Mihemed axivî û got berxwedana şehîdên girtîgehan û fedakariyên wan bersiv tune bû ku vîn ji siyasetên dewleta Tirk a dagirker bi hêztir e û azadî tê standin nayê xwestin.

Xelîl diyar kir ku ciwan heta bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nasekinin û dê rêça pêşengan bişopînin.

ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û biranîna Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê meşeke bi meşalayan li dar xist.

Meş ji pêşiya kargeha çemento ya bajarokê Ehdasê dest pê kir. Ciwanan siloganên “Bimire îxanet”, “Bimire faşîzim”, “Bimire Erdogan”, “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin û heta çerxerêya Ehdasê meşiyan.

Di meşê de endamê ciwanên PYD'ê Ebdîn Mihemed axivî û tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: "Bi saya Şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê em niha vê kêliyê dijîn. Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe armanc dike xaka kurdistanê dagir bike, bi taybet êrişen xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev yek jî bi xiyanetiya mala Barazanî û PDK'ê ye. Bila bizanin ku em ê li hemberî vê xiyanetê bibin bend. Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo me kaniya berxwedanê ye."

Meş bi silogana "Bijî berxwedana gerîla"bi dawî bû.

(fr)