`Çima stasyona Elokê nayê çêkirin?`

Pirsgirêka avê ya Hesekê û Til Temirê ji ber stasyona Elokê çareser nabe. Şêniyên Hesekê bang li aliyên têkildar kir û got “Zêdetir dereng nemînin û pirsgirêka me ya avê çareser bikin.”

`Çima stasyona Elokê nayê çêkirin?`
`Çima stasyona Elokê nayê çêkirin?`
`Çima stasyona Elokê nayê çêkirin?`
11 tîrmeh, 2026   03:25
HESEKÊ

Ev bûye 7 sal bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û bi taybet jin di dorê de disekinin ku avê wergirin. Ava tankan ne paqij e û biha ye. Di van şert û mercan de şênî neçar in li gorî derfetên xwe pirsgirêka xwe ya avê çareser bikin, hikumeta demkî jî di vê mijarê de tu gav neavêtine. Çavkaniya pirsgirêkê li bajarê Serêkaniyê ye, anku aqûbeta şêniyên Hesekê û Til Temirê di destê dewleta Tirk û komên çekdar de ye.

Ehmed Elûş got: “Gelek caran hikumetê soz da ku pirsgirêka me ya avê çareser bike, lê hîna pirsgirêk didome.”

Îsal pirsgirêk il şûna were çareserkirin, girantir bûye. Elûş wiha dibêje: “Îsal piştî ku madeyên sotemeniyê biha bûn, av jî biha bû. Xwediyên tankan niha ji bo 5 bermîlên avê derdora 80 hezar lîreyên Sûriyeyê digirin. Bi hezaran malbat hene nikarin bi vî buhayî avê bikirin.”

Abdulrehman Mihemed Xişo anî ziman ku malbat neçar dimînin ava bîran (ava şor) bi kar bînin, ji bo ku ava şîrîn nekirin û wiha pê de çû: “Hinek tankên avê ava nayê vexwarin difiroşin. Ji ber vê yekê zarok bi jehrî ketin.”

Di dawiyê de Xişo got ew li benda sozên hikumetê ne ku stasyona Elokê çêke û pirsgirêka avê çareser bike.

Dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayê wê bi rêya stasyona Elokê zextê li gel dikin û ev bûye 7 sal şêniyên Hesekê û Til Temirê bê av hiştine.

Fayîz Hemed El Marûf anî ziman ku soz dane wan destpêka meha Tîrmehê pirsgirêka wan a avê çareser bibe û got: “Destpêka meha Tîrmehê derbas bû û hîna pirsgirêka avê çareser nebûye. Em naçer in ava xwe ji tankên avê bikirin û pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin.”

El Marûf bang li aliyên têkildar kir ku zêdetir dereng nemînin û pirsgirêka wan a avê çareser bikin.

(np)

ANHA