Li Idlibê piştî kuştina ciwanekî alozî derket

SOHR‘ê ragihand ku li bajarokê Keferûma yê Idlibê ciwanek bi kêrê hat kuştin û piştî bûyerê alozî derket.

Li Idlibê piştî kuştina ciwanekî alozî derket
9 tîrmeh, 2026   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Kefrûma yê li başûrê Idlibê ciwanek bi kêrê hat kuştin û piştî bûyerê tevlihev derket.

SOHR‘ê da zanîn ku hejmareke xizmên ciwanê hatiye kuştin, piştî bûyerê mala kesê tometbar şewitand. Heya niha sedema vê yekê nehatiye zanîn.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka îsal ve 254 sûc li deverên cuda yên Sûriyeyê hatine kirin û di encamê de 279 kes (225 mêr, 18 zarok û 36 jin) hatine kuştin.

(bb)