Sûriyeyê wisayeta Ixwanan nepejirand û Lubnan di rewşeke aloz de ye

Çavdêran diyar kir ku gelê Sûriyeyê projeya Ixwan El Muslimîn li ber sûrên Şamê têk biriye, û Îslama siyasî red kiriye.  Lubnan jî ezmûneke kirîtîk dijî der barê mijarê çekên Hizbullahê de.

Sûriyeyê wisayeta Ixwanan nepejirand û Lubnan di rewşeke aloz de ye
9 tîrmeh, 2025   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewş û guhertinên siyasî yên li Sûriyeyê û Lubnanê de nivîsîn.

XEWNÊN IXWAN EL MUSLIMÎN LI BER SÛRÊN ŞAMÊ HILWEŞIYAN

Rojnameya Okaz a Siûdî nivîsî ku Ixwan El Muslimîn, ji destpêka guhertina siyasî ya ku piştî hilweşîna rejîma Esed li Sûriyeyê çêbû ve, hewl dide ku di nav dewleta nû de cihekî bigire. Rojnameyê destnîşan kir ku Ixwan El Muslimîn bi coşeke mezin guhertin pêşwazî kir, lê di pişt perdê de, ew ji bo bikaranîna kaosê xebitî da ku bi rêya kesayetên xwe yên olî û siyasî nêrîna xwe ferz bike, heta hewl da ku cihên wekî Mizgefta Emewiyan bikar bîne da ku peyamên xwe bigihîne.

Lê li gorî rojnameyê, gelê Sûriyeyê ne amade bû ku rê li ber dubarekirina ezmûnên têkçûyî yên Îslama siyasî li gelek deveran veke. Gelê Sûriyeyê helwestên zelal li dijî hewildanên ketina nav civakê girtin, û tekez kirin ku gelê Sûriyeyê wisayet an jî bindestiya ajandeyên biyanî qebûl nake.

LI LUBNANÊ EZMÛNA ÇEKAN

Rojnameya Independet Arabia li ser rewşa krîtîk a Lubnanê nivîsî,  piştî dirêjkirina dema dawî ya bersivdayîna peyama Amerîkayê. Ev dirêjkirina dema bersivdayînê cidiyeta rayedarên Lubnanê der barê du mijarên girîng de diceribîne: çekên Hizbullah û sererastikirina pergala darayî.

Rojnameyê diyar kir ku rewş ji hêla siyasî û ewlehiyê ve kirîtîk e. Li aliyekî himûmetek heye hewl dide rewşa hundirîn aloz nebe, li aliyekî din partiyek heye dibêje eger ew neçar bibe çek berde dê şerê navxweyî çêbibe. Rojnameyê nivîsî ku Lubnan bûye wekî erebeyek ku ji hêla du hêzên dijber ve tê kişandin: hêza yekem hewl dide ku xwe ligorî guhertinên piştî hilweşîna Esed û şerê li Xezayê biguncîne, û hêza duyemîn hewl dide ku destkeftiyên projeya berxwedanê xurt bike.

Rojnameyê da zaîn ku helwestên hikûmetê dudil in û bêçare ye, di heman demê de Dewletên Yekbûyî û Erebistana Siûdî zextê dikin, Îsraîl jî ti gavan navêje. Di vê navberê de, Hizbullah lawaz bûye lê bi gefan vê rewşa xwe vedişêre, dewlet jî jî pevçûnê ditirse.

(k)