Jinên ciwan: Divê her kes ji bo Rêbertî li qadan be

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan gotin dê têkoşîna li ser xeta Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û bang kir ku divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadên têkoşînê bin.

Jinên ciwan: Divê her kes ji bo Rêbertî li qadan be
4 mijdar, 2023   08:33
KOBANÊ

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê têkildarî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Nadya Axasî destnîşan kir ku ew ê fikrê Rêber Abdullah Ocalan bişopîne û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker dê tu carî li hemberî çalakiyên me yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nebin asteng. Em ê têkoşînê xurt bikin, dê têkoşîna me ji êriş û planên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezintir be."

Rîm Ehmed jî bal kişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker û wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êriş û şerê taybet, têkbirina îradeya gelê herêmê ye. Ji ber wê jî divê em hişyar bin û neyên lîstok û planên dewleta Tirk a dagirker. Divê em bi xaka xwe ve girêdayî bin û heta dawiyê parastina wê bikin."

Şîraz Muslim îşaret pê kir bi mîlyonan kes azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û wiha axivî: "Ji nêzî 3 salan de me tu agahî ji Rêbertiya xwe negirtine. Desthilata dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêbertî dimeşîne û bi hemû rêbazan hewl dide têkiliyan di navbera me û Rêbertî de qut bike, lê dê hewldanên wê bi ser nekeve, ji ber ku îro bi mîlyonan şoreşger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rabûne."

Şîraz Muslim got, wekî ciwan dê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.

Nûşeng Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna armancên xwe tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û got: ′′Ji bo têkbirina vê tecrîdê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê her kes xwe berpirsyar bibîne û berê xwe bide qadan. Divê her kes ji bo belavkirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê tev bigere, ji ber ku fikrê wî ji tevahî aloziyên cîhanê re çareseriya yekane ye."

(mh)

ANHA