Çeteyên DAIŞ`ê êrişî bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir

Çeteyên DAIŞ`ê li kantona Reqayê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû, 2 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî bendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
18 kanûn, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Gitşî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku duh saet di 18:00`an de 4 çeteyên DAIŞ`ê ku li motorsîklêtan siwar bûbûn, êrirî benda kontrolê yê Camîa ya li başûrê bajarê Reqayê kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama êrişê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûye û 2 jî birîndar bûne. Her wiha kesekî sivîl jî birîndar bûye.

(k)