Li Hewlêrê MÎT, Parastin û ENKS li hev civiyan

MÎT, Parastin û ENKS'ê di 14'ê Kanûnê de li Hewlêrê civîneke hevpar lidar xistin. Di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tevlî Tifaqa Kurd nebe.

Li Hewlêrê MÎT, Parastin û ENKS li hev civiyan
18 kanûn, 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di 14'ê Kanûnê de MÎT, Parastin û ENKS'ê civîneke hevpar lidar xistin. Li gorî agahiyan civînê 3 saetan dewam kir.

Tê gotin, di civînê de biryar hate dayin ku ENKS tevlî tifaqa Kurd a li Rojava nebe.

Piştî vê biryarê, gotinên rêveberên ENKS'ê yên li dijî tifaqa Kurd zêde bûn.

Hate destnîşankirin ku Barzanî û dewleta Tirk li hev kirine û ENKS jî li gorî vê biryarê tevdigere.