Rojnameyên erebî behsa siberoja pêkhateyên Sûriyeyê û vegera penaberan kir

Civata navneteweyî ji bo ku bikeve nava tevgerê, li benda sozên desthilata demkî ya li Sûriyeyê ye. Her wiha piştî ku Heyet Tehrîr El Şam kontrola xwe xurt kir, tirsa êrişeke li dijî civaka elewî zêde dibe. Şîrovekar jî amaje pê dikin ku ji bo vegera penaberên Sûriyeyê divê aramiyeke rasteqîn hebe.

Rojnameyên erebî behsa siberoja pêkhateyên Sûriyeyê û vegera penaberan kir
18 kanûn, 2024   10:31
NAVENDAS NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa siberoja civaka elewî ya li Sûriyeyê û vegera penaberên Sûriyeyê li malên xwe kir.

‘SIBEROJA CIVAKA ELEWÎ PIŞTÎ ESED; TOLHILDAN, PAŞGUHKIRIN AN JÎ PEJIRANDIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê di vê derbarê de diyar kir: "Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, bangên parastina pêkhateyên etnîk û olî li Sûriyeyê zêde dibin. Tirsa herî zêde li ser siberoja mezheba elewî ye ku binyada malbata Esed e, tevî ku desthilata pêvajoya derbasbûnê soz da ku tolhildanê neke û giraniyê bide yekitiya nîştimanî ji bo Sûriyeya demokratîk.”

Rojnameyê wiha nivîsî: "Şîrovekar diyar dikin ku ev soz heta niha hatine bicihanîn. Lê tirsa heye ku eger serhildêran kontrola xwe li ser welat xurt kir, dibe ku li dijî civaka elewî derkevin, ji ber têkiliyên wê yên bi rejîma Sûriyeyê ya berê re.”

LI ŞAMÊ TEVGERA DÎPLOMATÎK

Rojnameya El Şerq El Ewset jî behsa tevgera dîplomatîk a li Şamê kir.

Rojnameyê diyar kir: “Tevî ku welatên Yekitiya Ewropayê dixwazin hinekî baldar bin der barê desthilata nû de ku Heyet Tehrîr El Şam nûnertiya wê dike û li bendê ne ku gotin û sozên serokê wê Ehmed El Şerî bibin kiryar, lê ew naxwazin dereng vegerin qada Sûriyeyê, nemaze ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Brîtanya berî wan berê xwe daye Şamê.”

PENABERÊN SÛRIYEYÎ Û FIKARÊN VEGERÊ

Der barê vegera penaberên ji Sûriyeyê de jî rojnameya El Mesrî El Yewm wiha nivîsî: "Gelek welatiyên Sûriyeyê yên ku bi salan e bajar û bajarokên xwe berdane, niha li Sûriyeyê ne cihê wan heye ne jî kar.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Mal wêran bûne yan hatine dagirkirin, binesazî xirab e û aborî têk çûye. Wê demê veger li gorî hin kesan tê wateya ku ji sifirê dest pê bikin, her wiha veger hewleke xeternak e, nemaze ji ber nebûna garantiyên ewlehî û civakî.”

(k)